Rûsya, Brîtanya bi Provokasyonê Tawanbar Dike

Rûsya ragihand ku îdiayên êrîşên kîmyayî yên li Dûma ji alîyên muxalîfên ku li gor daxwazên Brîtanya tevdigerin, hatine çekirin.

Berdevkê Wezareta Berevanîyê yê Rûsya Igor Konaşenkov da zanîn ku di destê Artêşa Rûs de hin delîl hene û ew nîşan didin ku Brîtanya ‘’ew provokasyon birêve birîye.’’

Amerîka û welatên rojava hikûmeta Sûrîyê bi lidarxistina êrîşa kîmyayî tawanbar dikin, karbidestên Rûs û Amerîkî van îdiayan red dikin.

Balyozê Brîtanya li Neteweyên Yekbûyî (NY) Karen Pierce jî ser îdiaya Rûsya got ku ‘’komîk’’ e û ‘’bi awayekî eşkere derew e’’