Rûsya û Belarûs Dê Hîndarîyên Leşkerî yên Hevbeş bi Dawî Bikin

Dîmeneke ji hîndarîyên leşkerî yên hevbeş yên Rûsya û Belarûsê,15 Sibat, 2022, Osipovichi Belarûs

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov îro Pêncşemê dîyar kir ku Rûsya û Belarûs wê hîndarîyên xwe yên leşkerî yên hevbeş di 20'ê Sibatê de bi dawî bikin, wek ku berê hatibû plankirin.

Hevdem, ajansa nûçeyan ya RIA ji zarê berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov ragihand ku mijara dirêjkirina mayîna leşkerên Rûsyayê li Belarusê di rojevê de nîne.

Hîndarîyên li Belarûsê fîkarên welatên Rojavayî yên ser egera dagirkirina Ukraynayê ji hêla Rûsyayê ve zêde kir.

Moskowê plankirina êrîş yan dagirkirina Ukraynayê red dike.