Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Rûsya û Amerîka bo hevdîtinên ser çekên navokî yên stratejîk danûstandinê dikin.
Reutersê ew nûçe ji zarê rojnameya Rûsî, Kommersant ragihand ku wê jî ew agahî sipartîye çar jêderên cuda.
Rûsya di dawîya Sibatê re dest bi dagirkirina Ukrayna kir û bi wî şerî re danûstandinên Moskow û Washington yên ser çekên navokî rawestîyan.
Her çiqas danûstandin rawestîyan jî peymana ser kêmkirina çekên navokî, New START, pûç nebû.
Rojnameya Rûsî Kommersant da zanîn ku dibe ku ew danûstandinên Moskow û Washingtonê li Rojhilata Navîn çêbin.
Kommersantê dîyar kir ku ew êdî Swîsreyê, ku bi salan cîhê danûstandinê ye, wek cîhekî bêteref nabînin ku wê jiber şer dijî Moskowê toleyên nû ragihandine.