Rûsya Hember Belavbûna Vîrûsa Korona Tedbirên Nû Radigihîne

Rûsya îro Înê dîyar kir ku ewê tevahîya otel, rûniştgeh û sazîyên betlanê yên dewletê, ji 28'ê Adarê heya 1'ê Hezîranê bigire, jiber ku rêjeya belavbûn û bûyerên vîrûsa korona bilindtir dibe.

Bi mîlyonan Rûsî her sal wan avahî û sazîyen dewletê bo betlaneyên xwe bi kar tînin.

Li Rûsyayê, li gorî agahîyên fermî hejmara pêketîyên vîrûsa koronayê giheştîye 1,036'an û 4 kes jî mirine.

Rûsyayê firînên navneteweyî roja Pencşemê dabû rawestandin.

Hejmara bûyerên vîrûsa korona li Rûsyayê ji gelek welatên Ewrupî hindiktir e, lê şaredarê Moskowê roja Sêşemê ji Putin re gotibû ku asta metirsîya korona li wê derê bilindtir e.

Serokê Rûsî Vladimîr Putin biryar dabû ku hemwelatî hefteya were neçin sar kar.

Bajarvanîya Moskowê jî biryar dabû ku ji bilî yên firotina xwarin û dermanan, hemî firoşgeh, hemû kafe, xwaringeh heta 5'ê Nîsanê werin girtin.

Putin roja Pêncşemê gotûbû ku ger tedbîrên lezgîn û xurt werin girtin, ew hêvîdar e ku Rûsya di 2-3 mehan de, wê vîrûsa koronayê têk bibe.