Rûsya Dibêje Ukrayna Êrîşa Dronî Biriye Ser Herêma Saratovê

Rûsya îro Înê ragihand ku Ukrayna bi şev bi dronekê êrîş biriye ser Saratov.

Walîyê herêma Saratovê Roman Busargin dîyar kir ku dron hatiye sekinandin û enqaza wê li herêma kargehan ketiye.

Busargin got ku di êrîşê de ti kesî zarar nedîtiye.

Saratov bi qasî 730 kîlometre li rojhilata başûrê Moskow ya paytext e û bi sedan kîlometreyan dûrî sînorê Ukrayna ne.

Li Saratovê rafînerîya petrolê û bingeheke esmanî ya firokên bombeyan jî heye.

Ukrayna di demên borî de jî êrîş biribû ser herêma Saratovê.

Jêder: Reuters