Berpirs: Êrîşên Esmanî yên Rûsyayê Zrarê Digihînin Saziyên Enerjiyê Yên Ukraynayê

Rûsya Êrişî Dezgehên Enerjiyê yên Ukrayna Dike

Karbidestan got, Rûsyayê pêleke nû ya êrîşên mûşekî û dronan roja Şemîyê bir ser hin armancan li Ukraynayê.

Li gor wan berpirsan êrşîan zrar gihandîye sazî û dezgehên enerjiyê li başûr-rojhilat û rojavayê welat û herî kêm du xebatkarên enerjiyê birîndar kirin.

Kompanya 'Ukraingo' ya ku tora enerjiyê ya welêt birêve dibe, got ku amûrên li dezgehên wê yên li herêmên Zaporizhya li başûr û rojhilat û Lviv li rojava ji ber êrîşan zirar dîtine.

Kompanyê got jî ku du karker li herêma Zaporizhya birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê.

Wezareta Enerjiyê ya Ukraynayê ragihand ku êrîşa Rûsyayê li ser tesîseke binesaziya gazê ya li rojavayê welêt jî xist.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de got, "Piştî 8 êrîşên mezin yên dijmin ku ji Adara borî ve li ser sîstema elektrîkê dest pê kirin, rewş di sektora enerjiyê de hîn dijwar e."

Wê got ku Ukrayna piştî êrîşê dê bi rêjeyek nedîtî ya 33,559 megawatt saetan elektrîkê îtxal bike. Hikûmet her weha neçar e ku qutbûna elektrîkê li seranserê welêt çend demjimêran dirêj bike.

Karbidestên li herêmên Zaporizhya û Lviv gotin ku agirkujan ji bo vemirandina agirê ku li her du herêman derketibû, têkoşîn kirin.

Hêza hewayî ya Ukraynayê ragihand ku berevaniya esmanî ya wê 12 ji 16 mûşekan û 13 dronên ku ji aliyê Rûsyayê ve hatibûn avêtin xistin xwarê. Hişyariyên êrîşên hewayî yên li herêmên Ukraynayê heta bi saetên şevê dom kirin.

Fermandarê herêma Lviv Maxim Kozitsky got ku 67 agirkuj û 12 wesayitên taybet beşdarî vemirandina şewatan bûn yên ku li herêma li ser sînorê Polonyayê ye derketine.

Şaredarê bajarê Ivano-Frankivsk'ê li rojavayê Ukraynayê jî got, di encama êrîşan de ziyan gihîşt avahiya zanîngeha petrolê û gazê û 14 avahiyên bazirganî û niştecihbûnê.

Parêzgarê Zaporizhya Ivan Fedorov bi rêya Telegramê got: "Em dikarin piştrast bin ku dijmin dê nesekine."

Moskow'ê pêştir gotibû ku êrîşên wê yên esmanî li ser binesaziya enerjiyê ya Ukraynayê bersivek e li hember êrîşên dronên Kîev li ser axa Rûsyayê.

Ji Adara borî ve, hêzên Rûsî bombebarana xwe li ser sîstema enerjiyê ya Ukraynayê tundtir kirine, ku dora nîvê şiyanên berhemanîna elektrîkê yên berdest yên welat wêran kirine û bûne sedema krîzek giran ya enerjiyê.

Jêder; Reuters