Ajansa AFP ragihand ku Rûsya ji Îsraîlê xwestiye ku li Sûrîyê êrîşên esmanî nebe nêzî bingehên wê.
Meha borî hatibû ragihandin ku Îsraîlê êrîşa esmanî biriye ser Lazqîye ku yek ji navenden serekî yê Serokê Rûsya Beşar Esad yê bi piştgirîya Rûsya ye û destekê dide Hizbullahê.
Lazqîye nêzî Himeymîmê ku li wir bingeheke esmanî ya Rûsî heye.
Karbidestên Rûsî dîyar dikin ku Îsraîlê dîsa li nêzî Himeynîmê êrîşa esmanî li dar xistiye.
Li gor ragihandina karbidestên Rûsî, Artêşa Rûsya ji Îsraîlê gotiye ku bi êrîşên wisa jibo leşkerên Rûsî metirsî çêdibin û ew êrîşên wisa qebûl nakin.
Jêder: AFP