Rûsya Gundek li Rojhilatê Ukrayna li Nêzîkî Bajarokê Sereke Kontrol Kirîye

Bajarê Selydove, li herêma Donetsk ku iber êrîşên Rûsya wêran bûye

Wezareta Berevanîyê ya Rûsyayê roja Yekşemê ragihand ku hêzên wê kontrola gundê Mykhailivka ya li rojhilatê Ukraynayê bi dest xistine.

Hêzên Rûsî bi hefteyan e ber bi navenda girîng ya lojîstîkê ya bajarê Pokrovsk ve pêşve diçin, ku gundê Mykhailivka jî li ser rêya wî bajarî ye.

Wezareta Berevaniya Rûsî got ku hêzên wê aniha Mykhailivka, ku li ber bajarokê Selydove, û başûrê Pokrovsk ye, girtine.

Selydove jiber topbarana Rûsan ya bi mehan gelek zarar dîtiye û piranîya xelkê wê direvin.

Artêşa Ukraynayê di ragihandina xwe ya rojane de got ku hêzên wê 36 êrîşên Rûsya yên li herêma Pokrovsk, di nav de yên li nêzî Mykhailivka jî pûç kirine.

Hêzên Rûsî bi mehan li herêma Donetsk ber bi heremên rojava ve çûn, ku di dawîya vê hefteyê de Kîevê got ku rewşa li wir "gelek dijwar" bûye.

Rûsya hewl dide Pokrovskê bigire, bajarekî madenê ku 60 hezar kes lê dijîn, berîya ku Mosko dest bi êrîşa xwe ya mezin bike.

Jêder: Reuters, AFP