Rûsya Derî li Danûstandina Navokî ya bi Amerîka re Digire

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsya Maria Zakharova îro Çarşemê got ku ew jiber helwesta Washingtonê ya ser berfirehkirina NATO danûstandinên navokî yên bi Amerîka re red dikin.

Zakharova dîyar kir ku divê Washington jibo berjewendîyên serekî yên Moskowê rêz bigire.

‘’Li gor me, heta ku Washington jibo berjewendîyên Rûsya yên serekî rêz negire dîyaloga bi wê re bê wate ye.’’

Wê got ku NATO dijî ewlekarîya hevbeş gefan dixwe û ber bi erdnîgerîya berê ya Sovyetan berfireh dibe.

Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov do Sêşemê got ku Rûsya wê bi Amerîka re ser sînordarkirina çekên navokî ti peymaneke nû îmza neke ku sala 2026’an dawî li peymana heyî tê.

Peskov got ku li şûna îmzakirina peymaneke nû divê dewletên din jî beşdarîyê li peymana heyî bikin.

Jêder: Reuters