Êrîşa Dronî ya Ukrayna li Tver ya Rûsya Şewateke Mezin Çêkir

Êrîşeke dronî ya Ukrayna îro Çarşemê şewateke mezin çêkir û bû sedem ku beşeke herêma Tver ya Rûsya were valakirin.

Karbidestên ewlekarî yên Ukrayna dibêjin ku bi êrîşa dronî li depoyeke muşek û topên Rûsîyan ya li Toropetsê hatiye pûç bûye.

Walîyê Tverê Igor Rudenya cîhê şewatê eşkere nekir, lê ji Telegramê ragihand ku rewş niha di bin kontrola wan de ye.

Wezareta Berevanî ya Rûsya ragihand ku bi şev li Kurskê 27, li Bryanskê 16, li Smolenskê 7, li Belgorodê 3 û li Oryolê 1, tevahî 54 dronên Ukrayna hatine xistin.

Rêvebirên wan herêma ti xisareke cidî û kuştin ranegihand.

Ukrayna gelek caran êrîşan dibe ser herêmên sînor yên wek Kursk û Belgorodê, lê êrîşên wek yên li Tverê, ku ji sînor 500 kîlometreyan dûr e, kêm caran çêdibin.

Artêşa Ukrayna ragihand ku Rûsya bi şev 3 muşekan û 52 dronan êrîş birine ser herêmên wê.

Li gor ragihandina artêşê êrîş li Cherkasy, Kherson, Kirovohrad, Kyiv, Mykolaiv, Poltava, Sumy û Vinnytsia li dar ketine û ji dronan 46 hatine xistin.

Jêder: VOA