Rûsya Dibêje Ukrayna Du Caran bi Muşekên Amerîkî Êrîş li Dar Xistine

Wezareta Berevanî ya Rûsya îro Sêşemê ragihand ku Ukrayna di 3 rojên dawî de 2 caran bi muşekên ATACMS yên Amerîkî êrîş birine ser axên Rûsî.

Wê wezaretê dîyar kir ku hêzên Rûsî ser wan êrîşan jibo bersîvdanê hazirîyê dikin.

Li gor ragihandina wezaretê, Ukrayna bi muşekên Amerîkî êrîş birine ser hêzên Rûsî yên li enîyên Kurskê.

Ew wezaret dibêje êrîşa pêşî 23’yê Mijdarê çêbûye û ji 5 muşekan 2 gihiştine armanca xwe û zarar dane sîstema radara ya berevanîya esmên ya S-400.

Wezaret dîyar dike ku Ukrayna 25’ê Mijdarê jî bi 8 muşekan êrîş birine ser firîngeha Kursk-Vostochnyê.

Di wê êrîşê de jî, li gor ragihandina Rûsya muşekek li hedefê ketiye û 2 leşker birîndar bûne.

Jêder: Reuters