Karbidestên Rûsya Dibêjin Êrîşeke Dronên Ukrayna Zîyan Gihandîye Parzûneke Neftê

Karbidestên herêma Krasnodar ya Rûsyayê îro Duşemê ragihand ku êrîşeke dronan ya Ukraynayê zîyan gihandîye parzûneke neftê.

Karbidestan dîyar kir ku agir bi parzûna Tuapse ket, ya ku xwedîya wî kompanîya Rosneft ya Rûsî ye. Wan got ew agir paşê hate vemirandin.

Heman navenda petrolê wexteke zûtir îsal rastî çend êrîşên Ukraynayê hatibû.

Wezareta berevanî ya Rûsyayê roja Duşemê got ku 75 dronên esmanî yên Ukraynî li deverên ser sînorê di navbera herdu welatan de hatine wêrankirin. Di nav wan de jî heşt li devera Krasnodar bûn.

Êrîşên dronan yên Ukraynayê li wan deveran dibin, lê asta ku Duşemê hate ragihandin ji carên din mezintir bû.

Ji alîyê xwe ve, artêşa Ukraynayê îro Duşemê ragihand ku berevanîyên wê yên esmanî 16 dronên Rûsî roja Yekşemê wêran kirine.

Serhiy Lysak, fermandarê herêma Dnipropetrovsk, ser platforma Telegram got ku Rûsya bi top û dronên kamikaze êrîş pêk anîne û çend gund û xanî kirine armanc.

Karbidestan li herêma Sumy jî îro Duşemê ragihand ku Rûsya bi top û dronan êrîş li wir pêk anîne.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy roja Yekşemê ragihand ku berevanîyên wan yên esmanî dê bi hatina bêtir sîstemên muşekên Patriot bihêztir bûne.

Jêder: AFP, Reuters