Li Paytexta Ukrayna Şerê Giran Didome

Avahîya li Kîevê ku rastî êrîşeke Rûsî hat. Adar 15, 2022.

Di encama êrîşên esmanî û topbarana Rûsyayê de li ser Kîev paytexta Ukraynayê, bi kêmî çar kes roja Sêşemê hatin kuştin.

Du teqînên emzin li navenda bajêr di demjimêrên pêşî yên Sêşemê de hatin bihîstin.

Dîdevanan jî ji ajansa Reuters re got ku topên Rûsyayê li avahîyeke apartmanên sivîlan da û karkerên rizgarkirinê alîkarîya xelkê di wir de asê bûbûn kir ku derkevin.

Kargeha Artem ya çekan li naverasta Kîevê jî rastî êrîşekê hat. Rûsya do Duşemê got ku wê plan dikir ku êrîşî kargehên çêkirina çekan li Ukraynayê bike.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy îro Sêşemê di vîdyoyekê de got ku Rûsya destpê kiriye ku fêm bike serkeftin bi rîya qada şer pêk nayê.

“Wan ji niha ve êdî fêm kiriye ku ewê tiştekî bi rîya şer bidest nexînin,” Zelenskyy dîyar kir.

Gera dawî ya gotûbêjên di navbera Ukrayna û Rûsyayê de niha lidar in.

Derbarê encamên dawî yên van gotûbêjan, serokê Ukraynî got ku heta niha ew erênî ne, lê divê li hêvîya encamên wan bimîne, jiber ku ew sibe didomin.

Danûstandkarên Ukraynayê dibêjin ew daxwaza “aştî, agirbesteke demûdest û vekişîna hêzên Rûsyayê” dikin.