Rûsya ji Amerîka Dixwaze Hejmara Dîplomatên Xwe li Welêt Kêmtir Bike

Rûsya, wek bersîvdana toleyên nû yên Amerîkî li hember xwe, ji Amerîka xwest ku heta 1'ê Îlonê karmendên xwe yên dîplomatîk hindiktir bike.

Moskow herwiha dîyar dike ku ew dest datîne ser xanîyekî behnvedanê û depoyekê ku ji alîyê dîplomatên Amerîkî ve tên xebitandin.

Pêngavên tolhilderî yên Rûsî, ji alîyê wezareta derve ve, rojeke piştî dengdana nû ya Civata Senatotan ya Amerîkî hate ragihandin. Senatorên Amerîkî biryara toleyên nû dabû û ji Serok Donald Trump daxwaza helwesteke xurtir ya dijî Rûsya kiribû.

Wezareta derve ya Rûsî hişyarî da Amerîka ku ew jî bi heman awayî dîplomatên Amerîkî dersînor bike, eger Washington careke din biryarake wiha bide.