Fermandar: Hêzên Wagnerê Ji Herêma Voronezh Derketin

Fermandarê herêma Voronezh ya başûrê Rûsya ragihand ku çekdarên grûpa Wagner îro Yekşemê ji bajêr vekişîyan piştî ku wan serhildana xwe ya dramatîk li dijî hikûmeta Rûsyayê bidawî kir.

Kremlinê do Şemîyê ragihand ku serhildan bidawî bû piştî ku rêberê Wagner, Yevgeny Prigozhin qebûl kir ku ji Rûsya derkeve û biçe Belarûsê.

Kêm agahî berdest hene derbarê tiştê ku roja Şemîyê li devera Voronezh çê bû, cihê ku Rûsya got ku artêş hat şandin bo wir û operasyonên şer pêk anîn.

Di dema serhildanê de agirekî mezin li depoyeke petrolê pê ket bêyî ku sedema wî were zanîn.

Fermandarê Voronezh Alexander Gusev got ku tevgera yekîneyên Wagner li seranserê herêma Voronezh bidawî dibe.

Wî dîyar kir ku tevger êdî vegerîyaye wek berê û astengîyên çûn û hatinê yên di dema serhildanê de hatibûn ferzkirin, êdî niha hatine rakirin.

Li bajarên din yên başûrê Rûsyayê û deverên ser rîya Moskowê, astengîyên tevgerê destpê bi rakirinê kirin. Li Rostov-on-Don, cihê ku Wagner bingeheke leşkerî kontrol kir, stasyonên trên û basan êdî dîsa vegeriyan kar û rê ji nû ve vebûn, li gor desthilatdaran.

Lê belê li Moskowa paytext, heta niha jî qanûna operasyona dijî terorê hîn karîger e.

Rêberê Wagner hewil da ku hêzên xwe ber bi Moskowê ve bibe, bi mebesta ku destê xwe deyîne ser hikûmetê. Lê bi navbeynkarîya Belarûsê, hevalbenda Rûsya, wî plana xwe guhert û biryar da û serhildana xwe rawestîne.

Çavkanî: AFP