Amerîka û Rûsya wê di meha yek, Rêbendanê de dest bi danstandinên ser kontrolkirina çekên navokî û herwiha alozîyên li ser sînorê Ukrayna û Rûsyayê bikin.
Berdevka Qesra Sipî Jen Psaki ji rojnamevan re got ku her du alî wê di 10ê Rêbendanê de kom bibin, ku pişte wê ji di 12ê mehê de danûstandinên Rûsya û NATO heye û herî dawî di 13ê mehê de Amerîka, Rûsya û endamên Rexistina Ewlehî û Hevalbendîyê yên Ewrupî cîvînekê li dar bixin.
“Dema em danûstandinan bi Rûsya re destpê bikin, Rûsya dikare metirsîyên xwe bîne ziman û em ji metirsîyen xwe li ser kiryarên Rûsyayê dîyar bikin. Emê di hin mijaran de peşketinê oeda bikin û di mijarên din de ji emê li hev nekin. Ew jî dîplomasî ye,” Psaki got.
Hîkûmetên Rojavayî ew demek e jiber zedebûna leşkerên Rûsî yên ser sînorê Ukrayna hişyar in ku dibe ku Rûsya têkeve nava axa Ukraynayê.
Serokê Rûsya Vladimir Putin ew îdiayên plana dagirkirina Ukraynayê red dike û ji NATOyê garantîyên li diji berfirehbûna ber bi sinorê wê daxwaz dike.