Rûsya, Amerîka û Brîtanya bi Peqandina Xetên Gazê Tawanbar Dike

Kremlînê îro Çarşemê îdia kir ku peqînên ku xetên gazê yên Nord Stream yên li Deryaya Baltikê parçe kirine ji alîyê Amerîka û Brîtanya ve hatine organîze kirin.

Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov ser peqînên Îlona 2022yan Amerîka û Brîtanya tawanbar kir.

Peskov got ku bi vî rengî yan bi wî rengî tilîya wan di êrîşa terorî de heye, lê wî ser vê tawanbarkirinê ti delîl pêşkeş nekir.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsya Maria Zakharova jî îro Çarşemê, Washington û London ser alîkarîya jibo êrîşên Ukrayna tawanbar kir.

Zakharova got ku Washington û Londonê hefteya borî alîkarî daye Ukrayna ku ew êrîşê bibe ser fîloya Rûsî ya li Qirimê.

Wê got ku Ukrayna jibo êrîşên bi îstixbaratên Amerîka û Brîtanya re danûstandin kiriye.