Rûsya, Rojnamevanê Amerîkî Gershkovich bi Fermî bi Sîxurîyê Tawanbar Kir

Evan Gershkovich ji avahîya dadgehê derdikeve (Arşîv)

Rûsya îro Înê rojnamevanê Amerîkî Evan Gershkovich bi awayekî fermî bi sîxurîyê tawanbar kir.

Gershkovich, ku jibo Wall Street Journal dixebite, ew sûcdarkirin qebûl nekirin.

Ajansa dewletê ya Rûsya, TASS ji zarê jêderekî haydar ragihand ku lêkolerên FSB’ê, Gershkovich bi sîxurîyên jibo welatê xwe tawanbar kiriye.

Lê, Gershkovich dîyar kir ku ew li Rûsya bi tenê bi karên rojnamevanî mijûl bûye.

Nûçegihanê Amerîkî berî ku di The Wall Street Journal de bixebite, li Moskowê jibo AFP’ê dixebitî û berê wê jî nûçegihanîya malpera Moscow Times ya nûçeyan ya Îngîlîzî dikir.

Gershkovich bi Rûsî diaxfie jiber ku ew bi eslê xwe ji Yekîtîya Sovyetê ya berê ye û dêûbavên wî jî li Amerîka dijîn.

Jêder: AFP