Mosko Raportên Amerîka Li Dor Êrîşeke Pêşbîn Ya Rûsya Li Okranyayê Red Dike

Peyvdara wezareta derve ya Rûsya Maria Zakharova

Mosko raportên nû yên medya Amerîka li dor êrîşeke Rûsya ya pêşbîn li dijî Okranyayê red kirin û Waşinton tawanbar kir ku ew hewl dide rewşê gur bike û bixe stûyê Moskoyê, li gor rojnameya Kommersant ku îro Şemiyê ji ser zimanê peyvdara wezareta derve ya Rûsya ragihand.

Rojnamye Washington Post ji ser zimanê hin berpirsên Amerîka û belgeyeka agahdariya Amerîka ragihandibû ku dibêjin agahdariya Amerîka bawer dike ku Rûsya renge plan dike ji vir heta sala bê, êrîşeke li ser gelek eniyan li dijî Okranyayê pêk bîne ku dê hêzeke ji 175,000 serbaz tevlê bibe.

Li gor rojnameya Kommersant, peyvdara wezareta derve ya Rûsya Maria Zakharova gotiye ku ”Amerîka operasyoneke taybet bi rêve dibe ji bo gurkirin rewşê li dor Okranyayê û berpirsiyariyê dixe stuyê Rûsyayê.”

Amerîka û hevbendên wê yên NATO û her wiha Okranya, Moskoyê tawanbar dikin ku ew hêzên xwe li ber sînorê Okranyayê kom dike, û Kyiv ditirse ku Rûsya plana êrîekê dike.

Mosko van tawanbariyan red dike û dibêje Kyiv hêzên xwe amade dike ji bo êrîşkirina navçeyên ku di bin destê cudaxwazên alîgirên Rûsyayê de ne.

Jêder: Reuters