Rûsya Dibêje Hêzên Wê Pirtir ji 30 Dronên Ukrayna Xistine

Wezareta Berevanî ya Rûsya îro Çarşemê ragihand ku wan bi şev 31 dronên Ukrayna xistine.

Wezaretê ragihand ku Ukrayna dron firandine Belgorod, Bryansk û Kurskê.

Karbidestên Rûsî ser zararê, kuştin û birîndarkirinê ti agahî nedan. lê walîyê Bryanskê Aleksander Bogomaz dîyar kir ku Ukrayna bombeyên goşîyî (cluster bomb) avêtine gundên herêmê.

Bogomaz got ku di encama êrîşan de ti kuştin çênebûye, lê jimareke xanî zarar dîtine.

Ukrayna bombeyên goşîyî ji Amerîka sitandibû û dîyar kiribû ku ewê wan jibo belavkirina hêzên dijmin bixebitîne.

Berpirsên Rûsî dibêjin ku Ukrayna bombeyên qedexekirî dixebitîne.

Bombeyên goşîyî li pirtir ji alîyê pirtir ji 100 dewletan ve hatine qedexe kirin.

Jêder: Reuters