Şerê Rûsya û Ukrayna yê li Dora Bakhmutê Jinûve Gur Dibe

Rûsya îro Çarşemê ragihand ku hêzên wê li dora Bakhmutê êrîş birine ser 3 komên artêşa Ukrayna.

Koma Wagner ya Rûsya piştî şerê 10 mehan, di Gulanê de kontrola Bakhmutê bi dest xwe xist.

Artêşa Rûsî ya li Bakhmutê ji Gulanê vir ve bi êrîşên giran yên hêzên Ukraynî re rûbirû maye.

Wezareta Berevanî ya Rûsya di preskonferansa rojane de ser nûçeyên ku dibêjin hêzên Rûs ji Klishchiivka ya Bakhmutê vekişîne ti şîrove nekir.

Karbidestekî Rûsî yê li rojihilata Ukrayna got ku nûçeyên ser vekişînê derew in.

Ukrayna dibêje ku hêzên wê li Klishchiivka bi ser ketine û ew li derdora Bakhmutê jî têkoşîna xwe didomînin.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê dîyar kir ku wê nekarîye ew agahîyên ser herêma Bakhmutê bi awayekî serbixwe piştrast bike.

Jêder: Reuters