Neteweyên Yekgirtî Dibêje Şerê Li Ukraynayê Dê Birsîbûnê Xirabtir Bike

Bernameya Xwarinê ya Cîhanî hişyariyê dide ku krîza mirovî ya li Ukraynayê, gefê li kêmbûna xwarinê û birsîbûnek zêde li wê derê dike, û herwiha metirsî heye ku ew bibe sedema zêdebûna birsîbûn û kêmxwarinê li ser asta cîhanê.

Dagirkirina Rûsyayê ya li ser Ukraynayê, bi mîlyonan Ukraynî ji malên wan derxistine, ew neçar kirine ku xwe li stargehên dijî bombeyan veşêrin û li kûç û kolanan li parî û bermayîyên xwarinê û avê bigerin.

Koordînatorê Rewşa Awarte ya Bernameya Xwarinê ya Cîhanî ji bo Ukraynayê Jakob Kern dibêje ku şerî rfewşa gelek kesan înaye ber xelayê.

Ew dibêje, ji ber ku Ukrayna di heman demê de hilberînerek girîng ya çandiniyê ye, ew jî gefê li ewlehiya xwarinê li çaraliyê cîhanê dike, bi taybetî li herêmên birsîbûn lê zêde ye.

Kern ji ofîsa herêmî ya li bajarê Krakow yê Polonyayê dibêje, ajans bi têra xwe xwarin berhev kiriye ku bomehekê têra 3 mîlyon kesan bike.