Brîtanya: Dronên Îranê li Rûsiya Kêm Dibin

Wezareta Berevaniyê ya Brîtanya îro Şemiyê di serwextkirineke îstixbaratî de got dibe ku dabînkirina dronên Îranî yên ku Rûsya li Ukraynayê bikar tîne kêm bûye.

Wezaretê got tu raport nînin li dor bikaranîna dronên ku li Ukraynayê ji dora 15ê Sibatê ve, di demekê de ku herî kêm 24 di navbera dawiya Çile û destpêka Sibatê de hatinbûn bikaranîn.

Wezaretê got, "Di çend rojên destpêka salê de bi dehan hatin jikarxistin."

Wezareta Brîtanî got renge Ukrayna li stokên zêdetir yên dronan bigere, tevî tomara wan a xirab di têkbirina armancên wan de.

Li gorî raporta wezaretê, "dibe ku Rûsya wan wekî xefkên bi sûd dibîne ku dikarin berevaniya esmanî ya Ukraynayê ji mûşekên Kirûz yên bi bandortir yên Rûsî dûr bixin."

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy roja Înê got divê kuştina gelek kesan ji aliyê Rûsyayê ve bê cezakirin derbas nebe. Wî got ew dixwaze ku serkirdayetiya leşkerî û siyasî ya Rûsî li Dadgeha Tawanan a Navdewletî werin dadgehkirin.

Zelenskyy got, "Divê ew berpirsiyar bên dîtin." "Ez bi berpirsiyariyê bawer im."

Roja Înê, salekê piştî ku Rûsya dest bi dagirkirina Ukraynayê kir, Koşka Spî ragihand ku Pentagon dê 2 milyar dolar zêdetir alîkarîya leşkerî bide ji bo parastina Ukraynayê li dijî Rûsyayê.

Di pakêtê de cebilxaneyên zêde ji bo HIMARS, an Sîstema Gerok a Bilind a Roketêavêjan, guleyên topên 155 mm, cebilxaneyên ji bo sîstemên roketên bi lazer, û piştgiriya ji bo perwerdekirin, parastin û domandina amûran hene. Serok Joe Biden soza xwe dubare kir ku "Ukrayna dê tu carî nebe serketina Rûsyayê."

Wezîrê derve Antony Blinken pabendbûna Amerîka ji bo piştgirîya binesaziya Ukraynayê dubare kir. Blinken got ku wezareta derve bi hemahengî ligel Ajansa Amerîkî ji bo Pêşkeftina Navdewletî û wezareta xezîneyê 10 milyar dolar alîkarî pêşkêş dike, di nav de piştgirîya bûdceyî ji Ukraynayê re û arîkariya zêde ya enerjiyê ji bo piştgirîya Ukrayniyên ku ji êrîşên Rûsyayê diêşin.

Wezareta derve jî roja Înê yekem salvegera dagîrkirina Rûsya bo ser Ukraynayê bi cezakirina zêdetir ji 60 karbidestên payebilind ên Rûsî, di nav de wezîrên kabîneyê û serokên herêmê, û sê kompaniyên ku bernameya çekên navokî yên wî welatî birêve dibin, pêşwazî kir.

Wekî din, Amerîka cezayên cîhanî yên berfirehtir li dijî kompaniyan ragihandin ji ber ku wan alîkariya Moskoyê kir da ku wê ji qedexeyên hinardekirinê dûr bixe û ew bigihêje teknolojiyên sereke.

Wezareta xezîneyê got ku ew kerta maden û kanzayan ya Rûsyayê û hin kertên din ceza dike. Çalakiya ku bi hevrêziya bi welatên pîşesazî yên pêşeng ên G-7 re hate kirin, hewl dide ku 250 kes û kompanî werin cezakirin, blokên darayî li ser bank, bazirganên çekan û kompniyên teknolojiyê yên bi hilberîna çekan ve girêdayî ne vehewîne, û bide dû sûcdarên ku cezayan binpê dikin, ji Mîrgehên Erebî bigir heta Swîsreyê.

Wezîra xezîneyê Janet Yellen got, "cezayên me hem bandorek demkurt û hem jî ya demdirêj heye, ku bi tundî tê dîtin di têkoşîna Rûsyayê ya de ji bo dagirtina çekên xwe û di aboriya wê ya îzolekirî de."