Rûsya Dibêje Ukrayna bi Dronan Êrîş Birine Ser Hin Herêmên Wê

Wezareta Berevanî ya Rûsya îro Çarşemê ragihand ku hêzên wê li herêma Kurskê 4 dronên Ukrayna xistine.

Wezareta Rûsî dîyar kir ku li Belgorodê 3, li Voronezhê 2 û li Rostovê jî 2 dronên Ukrayna hatine pûç kirin.

Walîyê Belgorodê Vyacheslav Gladkov ser Telegramê dîyar kir ku hin avahîyan zîyan dîtine, lê ti kes birîndar nebûye.

Rêvebirên herêma Voronejê jî dibêjin di êrîşên Ukrayna de hinek xanî zîyan dîtine.

Do Sêşemê, Rûsya dîyar kiribû ku bi sedan leşkerên Ukraynî hewil dane ku sînor derbaz bikin, lê hêzên Rûsî ew paşve vegerandine.

Ji herêma Mykolaiv ya Ukrayna, Walî Vitaliy Kim dîyar kir ku berevanîya esmên 14 dronên Rûsî xistine û bi enqazên dronan çend şewat çêbûne.

Walîyê herêma Dnipropetrovskê Serhiy Lysak ser Telegramê got ku hêzên Rûsî bi dronên kamîkaze û topên giran êrîş pêk anîne û zîyan gihandine çend malan.

Karbidestên li Khmelytskyi û Vinnytsia jî radigihînin ku hêzên berevanîya esmên hejmareke dronên Rûsî pûç kirine.

Hin agahîyên vê nûçeyê ji Reuters û AP hatine wergirtin.