Ukrayna û Rûsya Êrîşên Dronî Didomînin

Karbidestên herêma Sumy ya li rojhilata bakurê Ukrayna îro Sêşemê radigihînin ku êrîşên dronî yên dawî yên Rûsya zarar dane navendên binesazîya krîtîk.

Artêşa Ukrayna da zanîn ku berevanîya esmên ya welêt bi şev ji 8 dronên Rûsya 7 xistine û muşekek Rûsî jî negihiştiye hedefa xwe.

Walîyê herêma Dnipropetrovskê Serhiy Lysak îro Sêşemê ji Telegramê ragihand ku droneke kamîkaze ya Rûsî êrîş biriye ser Nikopolê.

Lysak dîyar kir ku di êrîşê de ti kes nehatiye kuştin û birîndar nebûye.

Wezareta Berevanî ya Rûsya îro Sêşemê ragihand ku 21 li Deryaya Reş û 4 jî li Qirim ya di bin dagirkerîya wê de 25 dron hatine pûç kirin.

Walîyê Belgorodê Vyacheslav Gladkov ji Telegramê dîyar kir ku dronên Ukrayna li jimareke gundan êrîş birine ser maşîneyan û di encamê de bi kêmî ve 5 kes birîndar bûne.

Karbidestên li Bryanskê jî dîyar dikin ku du dronên Ukrayna hatine xistin û ti xisar û birîndarbûn çênebûye.

Hin agahîyên vê nûçeyê ji Reuters û AFP hatine wergirtin.