Rewşa Dawî Ya Krîza Ukraynayê

Krîza Ukraina MARIUPOL

Karbidestên Ukraynayê dibêjin, Rûsyayê ewro Yekşemê êrîşeke mûşekî li ser Navenda Navdewletî ya Parastina Aştî û Ewlehîyê pêk înaye, ku bingeheke leşkerî ye li rojavayê Ukraynayê li nêzîkî sînorê Ukrayna û Polonyayê.

Leşkerên NATO yên li Polonyayê tenê 25 kîlometreyan ji wê derê dûr in.

Rojnameya New York Times radigihîne ku hinek mûşek hatine êxistin, lê mûşekên din li bingehê ketine û bûne sedema ziyanan, lê karbidestan ti hûrgilî belav nekirine.

Reuters radigihîne ku baregeha leşkerî "yek ji mezintirîn baregeha Ukraynayê ye, û ya herî mezin e li beşê rojavayî welatî" û ew cîh e ku "Ukrayna piranîya rahênanên xwe digel welatên NATOyê pêktîne."

Artêşa Rûsyayê roja Şemiyê û Yekşemê bi top û êrîşên esmanî bombardumana li ser bajarên Ukraynayê berdewam kir.

Karbidestên Ukrayna got ku firokên Rûsî roja Yekşemê çend mûşek avêtin baregeheke asmanî li nêzîkî Lviv li rojavayê Ukraynayê.

Ajansa nûçeyan ya Reuters ji zarê Karbidestekî Ukraynayê dibêje, roja Yekşemê êrîşeke mûşekî ya Rûsyayê li ser navendeke mezin ya leşkerî ya Ukraynayê li nêzîkî sînorê endamê NATOyê , Polonyayê çêbûye û 35 kes kuştine û 134 jî birîndar kirine.

Ukraynayê got ku endamên leşkerî yên biyanî berê li baregehê kar kirine, lê karbidestekî NATOyê got ku ti personelên hevalbendiyê li baregehê nebûne. Hêşta ne diyar e ku dewletên ne endamê NATOyê li wê derê nûner hene an ne.

Wezareta Berevaniyê ya Ukraynayê got Heft sivîl, di nav wan de zarokek, roja Şemiyê hatine kuştin di korîdora mirovî ya diyarkirî da dema ku Rûsyayê êriş li konvoyê kirî û sivîl neçar kirin ku bizivirin.