Ukrayna dibêje hêzên wan hemû herêmên derdora Kîevê bi dest xistine, û îdia kir ku ew tevahîya herêma paytextî control dikin cara yekem piştî ku Rusyayê dest bi dagirkirinê kirî.
Cîgira Wezîrê Berevanîyê yê Ukraynayê Hanna Malyar li ser Facebookê ragihand û got: "Hemû herêma Kîevê ji dagirkeran hatiye rizgarkirin." Li ser wê îdiayê Rusyayê çi şîrove nekirine û Reutersê jî hêşta ew nûçe piştrast nekirîye.
Karbidestên Ukraynayê gotin, leşkerên Ukraynayê zêdetirî 30 bajarok û gundên li derdora Kîevê rizgar kirine dema ku Rûsya vê heftîyê leşkerê xwe ji herêmê vekişandî.
Gava ku leşkerên Rûsî ji bo şerê li rojhilatê Ukraynayê jinûve kom dibin, li bajarokên derdora Kîevê brînên şer yên pênc heftîyan hatin dîtin. Termên mirovan li kolanan belav bibûn, û Serok Volodymyr Zelenskyy hêzên Rûsî tawanbar kir ku pişt xwe mayînan dihêlin.
Karbidestên Ukraynayê Dibêjin Xelkê Sivîl Hatine Kuştin
Şaredar Anatoly Fedoruk gote Ajans Frans Pressê Leşkerên Rûsî dîmenên wêrankirinê pişt xwe dihêlin li bajarê Bucha, li derveyî Kyivê, ku nêzîkî 300 kes di goreke komî de hatine veşartin.
Vê jî bixwîne: Ukrayna Dibêje Ew Nikare Sivîlan ji Mariupolê DerxîneBajarê ku bi giranî wêran bûye bi termên mirovan tijî ye û tenê di kolanekê da 20 termên kesên bi cilikên sivîl hatine dîtin.
Fedoruk dibêje, "Ev hemû kes pişt ve li pateserê hatine gulebarankirin."
Rusya Bajarê Odesayê Dike Armanc
Li alîyek din ve êrîşên asmanî ewro Yekşemê serê sibê li bendera stratejîk ya Deryaya Reş ya Ukraynayê bajarê Odessa kirin armanc, lê artêş dibêje ku çi ziyanên canî çênebûne.
Wezareta berevaniyê ya Rûsyayê dibêje, "Mûşekên deryayî û esmanî yên bi asta bilind bingehek neftê û sê depoyên sotemenî li nêzîkî bajarê Odessa wêran kirine."
Brîtanya Dibêje Tawanên Şerî Divêt Bihên Lêkolîn Kirin
Wezîra Derve ya Brîtanyayê ewro Yekşemê got, ji ber ku delîlên "kiryarên hovane" yên li bajarokên Irpin û Bucha yên Ukraynayê zêde dibin, êrîşên Rûsyayê li ser sivîlan divê wekî tawanên şer bihên lêkolîn kirin.
Wezîra Derve Liz Truss di daxuyaniyekê de got ku hikûmet "gelek delîlên kiryarên hovane yên hêzên dagirker li bajarên wekî Irpin û Bucha dibîne" û "êrîşên keyfî li dijî sivîlên bêguneh di dema dagîrkirina neqanûnî û nerewa ya Rûsyayê li ser Ukraynayê divêt wek tawanên şer bihên lêkolîn kirin."
Vê jî bixwîne: Zelenskyy Dibêje Vekişîna Hêzên Rûsî Taktîk EÇavdêriya Mafên Mirovan (HRW) Tawanên Şerî Belge Dike
Li ser heman mijarê grûpeke sereke ya mafên mirovan roja Yekşemê got ku wan "tawanên şer yên eşkere" belge kirine ku ji aliyê hêzên leşkerî yên Rûsî ve li dijî sivîlan li Ukrayna hatine kirin.
Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) daxuyaniyek da û got ku wan "çend bûyerên hêzên leşkerî yên Rûsyayê yên binpêkirina qanûnên şer" li herêmên di bin kontrola Rûsyayê wekî Chernihiv, Kharkiv, û Kîevê dîtine.
Daxuyanî rojek piştî ku sivîlên kuştî li kolanên bajarê Bucha yê Ukraynayê belavbûyî hatin dîtin li Varşovayê hat weşandin. Sê roj berê artêşa Rûsî li herêmê paş ve vekişiyabû piştî dagirkirina mehekê ya herêma 30 km bakurê rojavayê Kîevê.
Wezareta berevaniyê ya Rûsyayê li Moskowayê dema ku ji wan hat pirsîn ku şiroveyekê bikin çi bersiv nedan derbarê termên li Bucha hatî dîtin û daxuyanîya Çavdêriya Mafên Mirovan, (HRW).