Serokwezîrê Brîtanyayê Soza Harîkarîya Leşkerî Dide Ukraynayê

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson roja Şemiyê serdana Kîevê kir ji bo danûstandinan digel Serok Volodymyr Zelensky û bo piştevanîya Ukraynayê li dijî êrişên Rusyayê, ku wî wekî êrişên barbarî yên Rusyayê binav kirin.

Serokwezîrê Brîtanî Boris Johnson, di seredana Kîevê da, soza wesayitên zirxî û mûşekên dijî keştîyan yên Brîtanî ji bo Ukraynayê da û wî herwiha pesnên artêşa Ukraynayê da û ew wekî "mezintirîn û serfiraztirîn artêşa sedsala 21an" bi nav kir.

Li gorî daxuyaniya Downing Street, wî piştî hevdîtina digel Zelensky got, "Ji ber rêberiya bibiryar ya Serok Volodymyr Zelensky û qehremanî û wêrekiya gelê Ukraynayê armancên dirindane yên Vladimir Putin têk diçin."

Daxuyaniyê got Johnson alîkariya serbazî ya zêde ya 120 wesayitên zirxî û sîstemên nû yên mûşekên dijî keştîyan destnîşan kirîye, "bo piştevanîya Ukraynayê di wê qonaxa girîng da dema ku êrîşa neqanûnî ya Rûsyayê berdewam dike".

Berê wê jî Brîtanyayê harîkarîya mûşekên din yên dijî-firokeyan Starstreak û 800 mûşekên din yên dijî tankan, ligel dronên "loiter" ku yekser êrişê dibin ser armancên destnîşankirî ragihandibû.

Dema ku hêzên cîhanî ji bo Ukrayna dravan kom dikin, Johnson jî bi rêya Banka Cîhanî soza da 500 mîlyon dolarên din da bo Ukraynayê.

Vê jî bixwîne: Johnson: Bo Rakirina Toleyên Dijî Moskowê Agirbest Ne Bes E
Vê jî bixwîne: Johnson Dibêje Putin Dest bi Hovîtîyê Kiriye