Rewşa Dawî Ya Ukraynayê

Êrîşa Rûsyayê Ya Li Ser Ukraynayê, Li Herêma Lûhanskê Dewam Dike

Rêvebirê herêmê yê Luhanskê îro roja Yekşemê got ku tirsa wan heye ku 60 kes di bombebarana Rûsyayê da li ser dibistaneka gundekî li herêma Luhanskê ya rojhilatê Ukraynayê hatine kuştin.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky got ku zêdetirî 300 sivîl ji kargeha pola Azovstal li Mariupolê hatine rizgar kirin, ku eve heftîyeke ji aliyê hêzên Rûsî ve têt topbaran kirin.

Wî got ku rayedar nihe dê bala xwe bidin hewldana derxistina birîndaran û bizişk û karmendên saxlemîyê ji kargeha polayê Azovstal.

Koşka Spî jî got serokên welatên G7 dê îro roja Yekşemê bi vîdeoyî digel Zelensky peywendîyê bikin ji bo nîşandana yekîtiyê rojek berî ku Rûsya cejna xwe ya Roja Serkeftinê pîroz bike.

Brîtanya jî roja Şemiyê soz da ku 1.6 mîlyar dolaran bide bo harîkarîya Ukraynayê.