Li Mariupol Sivîl ji Kargeha Azovstalê Dihên Derxistin

Zêdetirî 50 sivîl îro roja Yekşemê ji kargehên pola Azovstal ya bajarê Mariupolê di konvoyeka bi wesayitên bi sembolên Neteweyên Yekgirtî ve hatin derxistin, û ew yek nîşan dide ku peymanek heye ji bo sivikkirina dorpêça herî wêranker di şerê Rûsya û Ukraynayê da.

Dorpêkirina Mariupolê, ku hêzên Rûsî û Ukraynî ev nêzîkî du mehan e tê da şer dikin, bajarê benderê wêran kirîye û hêjmara miriyan nahêt zanîn û bi hezaran kes jî hewl didin bê xwarin û vexwarin û paqijîyê bijîn.

Bajar di bin kontrola Rûsyayê de ye, lê hinek şervan û sivîl di nav kargeha Azovstal da asê mane, ku kargehek mezin e û di serdema Sovyetê da di dema Josef Stalin da hatibû damezrandin û bi jêrzemîn, stargeh û tunelan ve hatîye çêkirin da ku li hember êrîşan xwe biparêzin.