Êrîşkerên Rûsî Nêzîkî Kîevê Bûne

Rojnameya New York Times ragihand ku vîdyoyên teqînên li Kîevê "piştrast dikin" şer nêzîkî Kîevê bûye. Rojnameye The Times her wiha got ku vîdyo "dîyar dikin ku berî teqînê bi kêmî ve du mûşekên erdî bo-asîman li nêzîkî Kîevê hatine havêtin."

Li bajarê Lviv jî li rojavayê Ukraynayê ku ne dûrî sînorê Polonyayê ye û gelek balyozxaneyên biyanî bi awayekî demkî lê hatine bicihkirin dengê sîrenan hat bihîstin.

Wezîrê Berevaniya Amerîka Lloyd Austin êvara Pêncşemê got ku leşkerên Rûsî, ku ji Belarusê ketine nav Ukraynayê, heta 32 kîlometreyan nêzîkî Kîevê bûne.

Serokê Amerîkayê Joe Biden roja Pêncşemê, çend demjimêran piştî dagirkirinê, çend ambargoyên din danan ser Rusyayê.

Biden li Qesra Spî piştî ku duhi Pêncşemê digel rêberên welatên G-7 û NATOyê ser înternetê hevdîtin kir got " Serokê Rûsyayê Valdimir Pûtîn êrîşkar e," "Pûtîn ew şer hilbijart, û niha ew û welatê wî dê encamên wê bibînin."

Ambargoyên nû yên Amerîkayê bankeyên Rûsî, olîgarkên û karbidestên payebilind yên Rusî û sektorên teknolojiya bilind hedef digirin û di heman demê de kontrolkirina hinardekirinê jî di nav xwe da heye.

Biden got ku ew bergirîyene dê "desthilatdariya Rûsyayê ya darayî û teknolojiyê ji bo beşên stratejîk yên aboriya wê teng bike û şîyanên wê yên pîşesaziyê ji bo salên pêşîya me dê berteraf bike."


Hevalbendên NATOyê jî, ku di nav da Brîtanya û Yekîtiya Ewropî jî hene, roja Pêncşemê ambargoyên zêdetir ser Rusyayê sepandin.


Bandorên hema hema yekser li ser bazarên cîhanê hate dîtin, borsa daketin û bihayên kelûpelan zêde bûn. Biden destnîşan kir ku Amerîkî jî dê bihayê benzîna bilindtir bibînin.


Lê Biden got, "Ev êrîş nikare bê bersiv bimîne. Amerîka piştevaînîya azadiyê dike."

Bidenî Pûtîn şermezar kir ku di hefteyên dawî da wî digot ku ew dixwaze ku digel Amerîkayê û hevalbendên wê li ser nîgeranîyên xwe yên ewlehiyê danûstandinan bike. Pûtîn bi berdewamî got ku hevpeymaniya leşkerî ya NATO ya bi pêşengiya Amerîka, ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn hat avakirin, ji bo Rûsyayê metirsiyek e û daxwaz kir ku Ukrayna ji tevlîbûna hevpeymaniyê bihê asteng kirin.


Biden got, "Ew ti carî ne li ser ewlehiyê bû." "Ew her gav rasterast li ser êrîşkariyê bû, li ser xwesteka Pûtîn ya ji bo împaratoriyê bû."

Bidenî got niha "Pûtîn dê li derveyî cîhanê bimîne ."


Serokê Ukrayna Vladimir Zelenskiy jî ser Facebookê derbarê rewşa dawî ya şerî axifî. Zelenskyy ewro roja Înê got ku eşkere ye ku ambargoyan li ser biryara Rûsyayê ya êrîşa li ser Ukraynayê bandor nekirine.


Serokê Ukrayna da zanîn ku di şer de sîvîl û leşker 137 welatî hatine kuştin.

Zelenskiy dîyar kir ku ew xebatên xwe ji navenda hikûmetê didomîne û da zanîn ku armanca Rûsya ya sereke kuştina wî ye.

Wî dîyar kir ku Rûsya dixwze bi kuştina wî Ukrayna bi awayekî sîyasî biqedîne.

Neteweyên Yekgirtî jî ragihand ku bi sed hezaran kes ji ber şerî koçber bûne.


Li alîyekî din ve nerazîbûnên dijî şerî li cîhanê berdewan dikin. Xwepêşanderên dijî şer roja Pêncşemê li seranserê Rûsyayê, li Moskowa û St. petesburgê jî berdevam kirin. Karbidest dibêjin li Rusyayê herî kêm 1,700 kes hatine girtin.