Pêşveçûnên Dawî Derbarê Alozîyên Di Navbera Rusya û Ukraynayê De


Wezareta Derve ya Amerîkayê ferman da ku Karmendên ne bingehîn yên balyozxaneya li Ukraynayê ji ber zêdebûna girjîyên digel Rûsyayê derbikevin.


Berî wê daxuyanîyê jî raporta Associated Pressê (AP) gotibû ku, karbidestên îstixbarata Amerîkî ku navên wan nehatine eşkerekirin dibêjin, Waşington amade ye balyozxaneya xwe ya li Kyivê vala bike jiber êrîşeke nêzîk ya Rûsyayê ser Ukraynayê.


AP gotibû ku Wezareta Derve dê planên valakirinê ewro roja Şemiyê ragihîne ku pêwîst e hemî karmendên balyozxaneya Amerîkî ji Ukraynayê derkevin ji ber êrîşa pêşbînîkirî.


Karbidestên hukûmetê yên navên wan nehatîye dîyar kirin jiber ku destûra wan nîn e biaxivin gote APê dibe ku çend dîplomatên Amerîkî li rojavayê Ukraynayê, li nêzîkê Polonyayê, ku hevalbendekî NATOyê ye, bêne veguheztin, Ew pêngav dê rê bide Amerîkayê ku "hebûna xwe ya dîplomatîk" li Ukraynayê bidomîne.


Şêwirmendê Ewlehîya Netewî ya Qesra Spî Jake Sullivan got ku êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê dibe ku "di dema Olîmpiyadê da" dest pê bike.


Sullivan di preskonferanseka Qesra Spî da got, "Em di demekê da ne ku di her kêliyê de êrîşek dikare dest pê bike heke Serokê Rûsyayê Vladimir Putin biryara fermanê bide."


Gelek şirowekaran digotin ku pêkan nîn e Rûsya berê Olîmpiyadên Zivistanê yên li Çînê ku 20ê Reşemê da diqede êrîşekê pêk bîne.


Lê Sullivan dibêje Rûsyayê nûke têra xwe hêz li ser sînorê Ukraynayê heye ku operasyoneke serbazî ya mezin pêk bîne û Rûsya dikare "erdeke girîng" li Ukraynayê, di nav de paytext, Kîev, bi êrîşekê bi dest bixe.


Wî bang li Amerîkîyên li Ukraynayê kir ku di 24 heta 48 demjimêrên da derkevin, û got ku êrîşek Rûsî dikare bi êrîşek asmanî dest pê bike ku dê derketinê zehmet bike li wî welatî.


Sullivan got, "Xeter têra xwe zêde ye û metirsî nûke li ber derî ye û pêwîst e hûn nûke derbikevin."


Hewlên serok Biden digel rêberên cîhanê


Herwiha serokê Amerîkî Joe Biden roja Înê beşdarî pêwendiyek vîdyoyî bû digel rêberên cîhanê ji bo gotûbêjkirina Ukraynayê.


Li gorî daxuyaniya Qesra Spî "Rêberan li ser girîngiya hewildanên hevrêzî ji bo nehêlana êrişên zêdetir yên Rûsî li dijî Ukraynayê pêkhatine, û amadebûna xwe dîyar kirine ji bo sepandina encamên mezin û lêçûnên aborî yên giran li ser Rûsyayê, heke ew tundiya leşkerî hilbijêre."


Ji bilî Biden di bangewaziyê da, serokên Kanada, Fransa, Almanya, Îtalya, Polonya, Romanya, Brîtanya, NATO, Yekîtiya Ewropa û Konseya Ewropayê jî hebûn.


Hejmara leşkerên Amerîkî li welatên NATOyê yên Rojhelata Ewropayê zêde dibin


Karbidestekî payebilind ê berevaniyê yê Amerîkî gote rojnamevanan ku Biden ferman daye 3,000 leşkerên din biçin Polonyayê ji bilî 1,700 leşkeran ku berê çûne Polonyayê. Pentagonê got ku ew serbaz ji bo piştrastkirina hevalbendên NATOyê û rêgirtina li her êrîşeke pêkan ya li dijî milê rojhilatê NATOyê tên bicihkirin.


Li gorî daxuyaniya Pentagonê Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka Lloyd Austin roja Înê ligel çend hevtayên xwe yên li welatên NATOyê axivîye û gotîye ku "Amerîka digel hevalbendên me yên NATOyê yekgirtî ye ku li hember her êrîşekê raveste û berevaniyê bike".


Herwiha Peyvdarê Wezareta Derve Ned Price di daxuyaniyekê da got: Dagirkeriya Rûsyayê ya li ser Ukraynayê "dê bibe sedema bersivek Transatlantîk ya bibiryar, girseyî û yekgirtî."


Rahênanên leşkerî yên Rûsyayê


Hêzên deryayî yên Rûsyayê roja Şemiyê li Deryaya Reş dest bi rahênanên mezin kirin. Û hişyarîyên Amerîkayê ku dagirkirina Ukranyayê dibe ku her demekê çêbe wek dînatî û bê bingeh binav kir.


Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ewro ragihand ku "Zêdetirî 30 keştiyên fîloya Deryaya Reş li gorî plana rahênanê ji Sebastopol û Novorossiysk derbasî deryayêê bûn,"


Wezaretê got "Armanca rahênanêê parastina peravên nîvgirava Kirimê, baregehên hêzên fîloya Deryaya Reş û herwiha sektora aborî ya welatî ye... li dijî gefên leşkerî yên pêkan."


Ukrayna

Ukraynayê ewro roja Şemiyê bang li hewelatiyên xwe kir ku aram bin û xwe şepirze nekin li hember zêdebûna nîgeranîyên ku Rûsya amadehîya dagirkirinê dike.

Wezareta Derve di daxuyaniyekê de got, "Nûke, pir girîng e ku aram bimînin, li nav welatî da bibin yek, ji kiryarên têkbirina aramîyê û yên tirsê dûr bikevin."

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky jî got ku hişyariyên li ser êrîşeke nêzîk ya Rûsyayê li ser welatê wî xelkî "şepirze" dike û daxwaz kir ku delîlên qahîm yên dagirkirina plankirî bibînin.


"Hemû ew agahî tenê şepirzîyê derdixin û alîkariya me nakin," rêberê Ukraynayê gote rojnamevanan, û wî serda got "heke kesekî zaniyariyek zêdetir li ser egerîya 100% ya dagîrkeriyê hebe, wan zanyarîyan bidin me".

Hewlên dawî bo gotûbêjên dîplomasîyê


Di hewleka dawîn da Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken roja Şemiyê di pêwendîyeke telefonê de gote hevtayê xwe yê Rûsî Sergey Lavrov ku kanalên dîplomatîk "vekirî" dimînin da ku derî li pevçûnên li Ukraynayê bigrin, lê pêwîst e ku Moskowa "alozîyan kêm" bike.