Rûsya li Belarûsê Dest bi Hîndarîyên Leşkerî Dike

Rûsyayê roja Pêncşemê hîndarîyên mezin yên leşkerî bo 10 rojan li Belarûsê destpê kirin û şeş keştiyên xwe li bendereke stratejîk a Deryaya Reş girêdan.

Karbidestên Ukraynî hember wê pêngavê nerazîbûnek tund nîşan da û kiryarên Moskowê wekî zêdebûna alozîyan li herêmê bi nav kirin.

Hîndarîyên Rûsyayê yên li Belarûsê bi hezaran leşker û sîstemên çekên pêşketî yên wekî mûşekên erdî-bo-asîmanî S-400, sîstemên parastina hewayî yên Pantsir û balafirên şer yên Su-35 beşdar bûn.

Hinek ji wan hîndarîyan tenê 210 kîlometre ji bakurê paytexta Ukraynayê, Kîevê yan dûr in.

Wezareta Berevanîyê ya Rûsyayê got ku şeş keştî gihîştin bendera Sevastopolê ya Qirimê, ku Moskowê di sala 2014an de ji Ukraynayê sitandibû.

Ew 13,000 kîlometreyî dûr ji Deryaya Baltîkê hatine ku dest bi hîndarîyên deryayî bikin.

Keştîyên Rûsî jibo xalîkirina leşker, maşîn û kelûpelan li ser bejayê hatine çêkirin.

Karbidestên Moskowê û Mînskê got ku dê leşkerên Rûsî piştî rahênan dawî dibin, di 20ê Reşemê dê ji Belarûsê vekişin.

Lê, dewletên Rojavayî ditirsin ku Moskow dê ew hêz ligel 100,000 leşkerên ku li ser sînorê Ukraynî kom bûne, dijî Ukraynayê bi kar bîne.