Şerê Ukrayna û Rûsya îro Înê ket sala xwe ya duduyan.
Ev şer li bakur, başûr û rojhilata Ukrayna didome û heta niha jî ti nîşane tuneye ku şer wê bi dawî be.
Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy di salvegera şer de gelê xwe silav kir û got ku wan dijî Rûsya li ber xwe daye û wê berxwedanê îlham daye cîhanê.
Wî got ku ew li hember Rûsya têk neçûne û îsal ewê bo serketini her tişî bikin.
NATO piştgirîya xwe ya bo Ukrayna careke din got û dîyar kir ku divê Rûsya dawî li êrîşên xwe yên neqanûnî bîne û hesabê tawanên cengê bide.
Serokê Amerîka Joe Biden dê îro Înê bi rêberên G7 û Zelenskyy re biaxife.
Çaverê ye îro Înê dijî Rûsya hin toleyên nû werin ragihandin.
Jêder: AFP
*
Your browser doesn’t support HTML5