Rûsya Hazirî Dike ku Talîbanê ji Lîsta Terorê Derxe

Wezareta Derve ya Rûsya îro Înê ragihand ku di asta herî bilind de biryar hatiye dayîn ku ji lîsta rêxistinên terorî were derxistin.

Nûnerê Taybet yê Rûsya yê jibo Afganistanê Zamir Kabulov got ku ewê jibo Talîbanê ji lîsta rêxistinên terorî derxin prosedurên qanûnî bişopînin.

Serokê Rûsya Vladimir Putin meha Tîrmehê gotibû ku Moskow di têkoşîna dijî terorê de Talîbanê wek hevbendekê dibîne.

Moskowê piştî hêzên bi rêberîya Amerîka li dû şerê 20 salan ji Afganistanê vekişî û Talîbanê havîna 2021’an desthilata welêt xist bin kontrola xwe bi wê re dest bi çêkirina peywendîyan kir, lê ew kom li Rûsya hîn jî bi awayekî fermî ne qanûnî ye.

Her çiqas welatên wek Çîn û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî balyozên Talîbanê nas kirine jî heta niha hîn ti dewletê bi awayekî fermî Talîban wek rêbera rêwa ya welêt qebûl nekiriye.

Rûsya sala 2003’yan Talîban xist lîsta rêxistinên terorîst.

Moskow gava Talîbanê ji lîsta rêxistinên terorîst derxe ewê ser normalkirina peywendîyên bi Afganistanê re gavekê biavêje.
Cîgirê Wezîrê Derve yê Talîbanê Amîr Xan Mutaqî li Moskowê got ew kêfxweş in ku Qazaqistan û Qirgizistanê ew ji lîsta komên qedexekirî derxistiye.

Mutaqî dîyar kir ku daxuyanîyên erênî yên karbidestên payabilind yên Rûsya jibo şanazîyê çêdikin û got ew hêvî dikin ku di demeke nêz de hin gavên bi bandor werin avêtin.

Wezîrê Derve yê Rûsya Sergei Lavrov îro Înê got Moskow îqna bûye ku bi hikûmeta niha ya Afganistanê re dîyaloga pragmatîk bidomîne.

Lavrov, ku bi Mutaqî û nûnerên din yên dewletên cîran re kom bû, got bi awayekî eşkere xuya dibe bê Kabul kêşe çareser nabin.

‘’Moskow wê bi Kabulê re helwesta xwe ya ser pêşvebirina peywendîyên sîyasî, bazirganî û aborî bidomîne.’’

Wî Talîban bi nav nekir lê jiber astengkirina çêkirina hişbiran û têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ), ku li Rûsya komeke ne qanûnî ye, pesna rêvebirîya Afgan da.

Wezîrê Rûsî jibo Afganitanê banga alîkarîya mirovahî kir û dîyar kir ku Moskow wê alîkarîyên xwarin û pêdivîyên serekî yên jibo wî welatî bidomîne.

Jêder: Reuters