Wezareta berevaniya Rûsya dibêje rêkeftinek li gel opozisyona Sûrî hate pêkanîn li dor sînorên herêmeke aram li Ghûta Rojhilat a nêzîkî Dîmeşqa paytext.
Daxuyaniya wezaretê ya îro şemiyê berferehiyên rêkeftinê diyar nekirin, lê got ew sînor û riyên gihîştina alîkariyên mirovahî û her wiha azadiya liva xelkê sivîl vedihewîne.
Wê got rêkeftin li Qahîra paytexta Misir hate pêkanîn bi navînciyatiya Misriyan.
Ev herêm yeke ji wan çar herêmên aram di çarçoweya pilanekê de ku di meha Nîsanê de hatibû pêşniyarkirin di navbera Rûsya, Îran, û Tirkiyê de.