Rûsya Dibêje Ukrayna bi Dronan Êrîşan Dibe Ser Navendên Petrolê

Piştî êrîşên Rûsya ser binesazîya enerjîyê, elektrîk li paytexta Ukraynayê, Kîev, qut bûye.

Karbidestên li rojavayê başûrê Rûsya îro Pêncşemê ragihand ku Ukrayna bi dronekê êrîş biriye ser parzûneke petrolê û di encamê de şewat çêbûye.

Walîyê herêma Rostov-on-Don Vasily Golubev ji Telegramê dîyar kir ku êrîş li parzûna Novoshakhtinsk pêk hatiye û xebatên li wir hatine sekinandin.

Li Belgorodê jî walîyê herêmê Vyacheslav Gladkov got ku droneke Ukrayna êrîş biriye ser depoya petrolê ya li Stary Oskolê.

Gladkov dîyar kir ku Ukrayna bi droneke din jî zarar daye kargeheke çandinîyê.

Wezareta Berevanî ya Rûsya ragihand ku li Belgorodê û li Qirimê jî 13 dronên Ukrayna hatine pûç kirin.

Artêşa Ukrayna jî dîyar kir ku bi şev ji 18 dronên Rûsya 17 hatine xistin.

Hêzên Ukraynî dibêjin ku dronên Rûsya li herêmên Kherson, Khmelnytskyi, Mykolaiv û Zaporizhzhia hatine sekinandin.

Walîyê herêma Khmelnytskyi Serhii Tiurin dîyar kir ku kargeheke binesazîyê zarar dîtiye lê ti kes birîndar nebûye.

Serokê Rûsya Vladimir Putin do Çarşemê got ku ger dijî serwerîya Moskowê gef çêbin, hêzên Rûsî dikarin çekên navokî bikar bînin.

‘’Eger hin kes dijî serwerîya me û yekîtîya axa me gefan bixwe, em dibêjin em dikarin hemî tiştên di destên xwe de bixebitînin.’’

Wî dîyar kir ku dewletên Rojavayî bi ti awayî nafikirin ku ewê çekên navokî bi kar bînin û got ku cebilxaneya navokî ya Rûsya ji ya Amerîka ya salên Cenga Cîhanê ya Duyê zêdetir e.

Rêberê Rûsî bi berdewamî ser piştgirîya dewletên Rojavayî yên jibo Ukrayna axifî û got ku gava Rûsîyan li axên Ukrayna tankên Alman dîtine ew şok bûne û bal kişand peywendîyên xurt yên berê yên Rûsî û Almanan.

Li ser pirseke derbarê hilbijartinên Amerîka, Putin got ku ew bi ti awayî neketiye fikaran.

Putin dîyar kir ku li gor wan piştî hilbijartinan jî wê sîyaseta Amerîka ya li hember Rûsya neguhere.