Rêberê Rikeberîya Rûsya Navalny Jinûve Tê Darizandin

Russia Navalny

Rêberê opozîsyona Rûsya Alexei Navalny dê îro Înê ser tundrêbûnê jinûve were darizandin.

Bi vê darizandinê re Navalny yê girtî dikare 20 salên din di girtîgehê de bimîne.

Alîgirên Navalny dibêjin ku ew jiber muxalefeta xwe ji alîyê Rûsya ve tê ceza kirin ku ew niha jiber tawana perexwarinê li girtîgeheka bi ewlekarîya bilind e.

Navalny dîyar kir ku dadgeh dikare 18 sal cezayê girtîgehê bide wî û ew wek cezayekî Stalînîst bi nav kir.

Wî bang li alîgirên xwe kir ku li hember rêvebirîya Serokê Rûsya Vladimir Putin li ber xwe bidin.

Rêberê opozîsyonê got ku Putin bi girtina bi sedan muxalîfan dixwaze bi mîlyonan kes têk bibe.

Jêder: AFP