Rûsya Kuştina Nesrellah Ji Aliyê Îsraîlê Ve Şermezar Dike

Wezareta Derve ya Rûsyayê îro Şemiyê got ku Rûsya bi tundî kuştina rêberê Hizbullahê Seyîd Hesen Nesrellah ji aliyê Îsraîlê ve li Beyrûta paytexta Lubnanê şermezar dike, û ew "kuştineke siyasî ya din" bi nav kir.

Wezaretê di daxuyaniyekê de got: "Ev kiryara bi hêz ji bo Lubnan û tevahiya Rojhilata Navîn encamên dramatîk ên hîn mezintir tîne."

"Aliyê Îsraîlî nikarîbû vê metirsiyê nas neke, lê pêngava kuştina welatiyên Lubnanî avêt, ku hema hema bi neçarî wê bibe sedema derketina tundûtûjiyeke nû. Ji ber vê yekê, ew berpirsiyariya tevahî ya mezinbûna siberojê ye."

Îsraîl rêberê demdirêj ê Hizbullahê roja Înîyê di êrîşeke esmanî ya bi hêz de kuşt, û derbeke mezin li grûpa xwedî çekên giran ku Îran piştgirîya wê dike, da.

Leşkerê Îsraîlî roja Şemîyê got ku wê Nesrellah di êrîşa rojek berê ya li ser fermandarîya navendî ya girûpê li taxên başûrê Beyrûtê ji nav bir. Hizbullah piştrast kir ku ew hatiye kuştin, bêyî ku bêje çawa.

Di daxuyaniya xwe de, Wezareta Derve ya Rûsyayê bang li Îsraîlê kir ku demildest dest ji şerê li Lubnanê berde.

Çavkanî: Reuters