Rûsya Dibêje Ew Ser Rêkên Nû yên Derxistina Dexlûdan Difikire

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya Sergei Vrshinin îro Înê dîyar kir ku ew ser rêkên nû yên derxistina dexlûdanên welêt danûstandinan dikin.

Moskow serê vê hefreyê ji peymana daxlûdan ya Deryaya Reş vekişî.

Vershinin got ku jibo Afrîqayê ji encamên vekişîna ji peymanê biparêzin çi ji dest wan were ewê bikin.

Peymana dexlûdan ya Deryaya Reş, ku bi navbeykarîya Tirkîye û Neteweyên Yekbûyî (NY) hatibû îmza kirin, rê li ber derxistina dexlûdanên Rûsya û Ukraya vedikir.

Bi wê peymanê rê li ber krîza xwarinê ya cîhanê dihat girtin.

Karbidestên Ewrupî, Rûsya jiber vekişîna ji peymanê rexne dikin û dibêjin Moskow, dexlûdan wek çek bi kar tîne.

NY jî dîyar dike ku ewê vekişîna ji peymanê bandoreke neyênî li welatên feqîr bike û dibêje ew ser rêkên nû danûstandinan dikin.

Jêder: AFP