Karbidestên Rûsya û Çînê Serdana Koreya Bakur Dikin

Medyaya dewletê ya Koreya Bakur, KCNA îro Çarşemê ragihand ku Wezîrê Berevanî yê Rûsya Sergei Shoigu li welêt bi awayekî germ hatiye pêşwazî kirin.

Şandeyên Rûsya û Çînê jiber çalakîyên ser salvegera Şerê Kore serdana Koreya Bakur dikin.

Li gor medyaya dewletê, di pêşwazîkirina şandeya Rûsya de, li Firîngeha Navneteweyî ya Pyongyangê sirûda neteweyî ya Rûsî bi dengê bilind hatiye gotin.

KCNA dîyar kir ku hemwelatîyên Koreya Bakur piştgirîyeke xurt didin artêşa Rûsî ku leşkerên wê jibo serwerî û berjwendîyên welatê xwe têkoşînê dimeşînin.

Washingon dîyar dike ku Koreya Bakur, di şerê Rûsya û Ukrayna de piştigirîya Moskowê dike û muşekan jî dide wê.

Bi qasî tê zanîn şandeyên Rûsya û Çînê ji sînordarkirinên pandemîya vîrusa korona vir ve delegasyonên pêşî ne ku serdana Koreya Bakur dikin.

Jêder: AFP