Moskoyê roja Şemiyê ragihand ku ew derbasbûna serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson û hin berpirsên din yên Brîtanî qedexe dike, piştî Londonê ceza danîn ser Rûsyayê li dor şerê wê li dijî Ukraynayê.
Wezareta derve ya Rûsya di daxuyaniyekê de got:
“Ev gav hatiye standin wek bersiv ji bo helmeta siyasî û medyayî ya Londonê ku armanca wê ew e tenêhîştina Rûsya li ser asta navnetewî û bendkirina welatê me û xeniqandina aboriya me ya xwecihî.”
Wezaretê London bi “kiryarên dijminahî yên bêhempa” tawanbar kir, wek nîşandan bi cezakirina berpirsên mezin yên Rûsyayê.
Wê got:
“Serkirdayetiya Brîtanî bi mebest rewşê li dor Ukraynayê gur dike, çekên kujer digihîne rêjîma Kyivê û hevrêziyê hewlên wek wan ji ber NATOyê ve dike.”
Lîsta reş ya qedexekirina derbasbûne ji bilî Johnson, cîgirê serokwezîr Dominic Raab, wezîra derve Liz Truss, wezîrê berevaniyê Ben Wallace, serokwezîra berê Theresa May û wezîrê yekem yê Scotlandayê Nicola Sturgeon vedihewîne.
Brîtanya beşeke ji hewlên navnetewî yên cezakirina Rûsyayê bi riya sarkirina sermiyanên Moskoyê, qedexekirina rêwîtiyê û sepandina cezayên din, piştî ku serokê Rûsya Vladimir Putin di roja 24ê Şubatê de hêzên xwe birin nav Ukraynayê.
Jêder: AFP