Polîsên Brîtanî Ser Îdiayên Dijî Russell Brand Lêpirsîn Vekir

Polîsên Brîtanî ragihand ku ew ser idîayên destdirêjîya seksî, lêpirsînek li dijî komedyenê navdar Russell Brand vekiriye, piştî ku dezgehên medyayê idîayên çend jinan weşandine.

Di encama van raportan de, çend ahengên Brand hatine paşxistin.

YouTube îro Sêşemê ragihand ku piştî idîayên çar jinan li dijî Brand, ew jibo vîdeoyên wî nema pera dide Russell Brand.

Ta niha, Brand van idîayan red dike, lê ajansên cûda kontraktên xwe bi wî re bi dawî tînin.

Her çar jin di fîlmekê dokementerî û rojnameyan de idîayên destdirêjîya seksî ragihandin.

Heta niha, navê wan jinan ne hatine eşkere kirin, lê yek ji wan dibêje ku dema wê peywendî bi Russell re hebû û rastî destdirêjîya seksî hat, temenê wê 16 salî bû.

Jineke din jî idîa dike ku Brand di sala 2012 de li bajarê Los Angeles destdirêjîya seksî li wê kiriye.