Cezayê Parvekirina Ala Tirk ya Nevîya Şêx Seîd Hat Rakirin

Alayê Kurdan û alayê Tikriyê

Baroya Amadê roja Înê ragihand ku cezayê nevîyeke Şex Seîd yê 30 roj parvekirina ala Tirk ji ser medya civakî "piştî serlêdana pêdaçûnê ji hêla dadgehê ve hatiye betal kirin."

Baroya Amadê biryara betalbûna cazayû li ser X'ê ragihand.

"… Biryara di derbarê kesa ku di dema kontrola dadwerî de (30 roj) , divê ew her roj li ser hesabên xwe yên medyaya civakî ala Tirk parve bike, di encama piştgîrîya hiqûqî ya Baroya me û pêdaçûnê hat rakirin, " Baroyê ser X’ê ragihand.

Ruşen Firat ya ku nevîya Şêx Seîd e, di 26’ê Befranbarê de li navçeya Xinisê ya Erziromê bi îdiaya ku li ser medya civakî“ propagandaya Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) kiriye, hat desteser kirin.

Firat ya ku li Xinisê dijî, weneyeke li Herêma Kurdistanê li ber ala Kurdistanê kişandiye ser hesaba xwe ya medya civakî û parve kirîye.

Wê careke din jî wêneyeke ku dema beşdarî Kongreya Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) bûbû, ê weneyê reberê PKK’ê Abdullah Ocalan tevî wêneyê wê xûya dibû hat sûcdar kirin.

Piştî heft salan, Firat jiber du parvekirinên wê yên ser Facebookê yên di 2015 û 2016’an de hat desteser kirin û li dadgehê wek delîlên propagandaya PKK’ê hatin pêşkeş kirin.

Li Dadgeha Xinisê, dozger daxwaz kir ku Firat bi 2 sal û 7 mehan were cezakirin.

Dadwer cezayê "bo 30 rojan parvekirina ala Tirk li ser tevahîya hesabên medya civakî" ceza dan Firat.

Lê, hevdem bi şertê bo 30 rojan her hefte 3 caran îmza dayînê û dernekeve derveyî Tirkîyê biryara serbest berdana wê da.

“Heke Ruşen Firat bo 30 rojan li ser hev ala Tirk ser hesabên xwe yên Twitter (X), Facebook û Instagramê parve neke û hefteyê 3 caran neçe navenda polîsan û îmze nede wê jinûve were girtin,“ dadgehê got.

Piştî biryara dadgehê, Firat li ser hesabên xwe yên medya civakî dest bi parvekirinên ala Tirk kir.

Parêzerên Firat, Baroyên Amed û Rihayê jî dijî endamên dadgehê yên ku ev biryar dane, serî li Komîta Bilind ya Dadwer û Dozgeran ya Tirkiyê dan ku lêpirsîneke were destpîkirin.

Biryara dadgehê ya parvekirina Ala Tirk di nav raya giştî ya Kurdan de bû sedama rexneyên tund û nerazîbûneke berfireh. Bi hezaran Kurd mîna bertek û piştvanîya bi Firat re li ser medya civakî “ala Kurdistanê” parve kirin.

Rexistinên mafan yên wek Weqfa Mafên Mirovan ya Tirkêyê (TÎHV) ji Dengê Amerîka(VOA) re gotin ku biryar dijî mafên mirovan e.

Firat jî VOA re jiber biryarê nerazîbûn û xemgînîya xwe dîyar kiribû. Wê eşkere kiribû piştî caze hat bihîstin gelek gefxwarin li wê tên kirin.

Herwiha hat ragihandin ku Firat wê ji niha ve tenê hefteyê carekê biçe navenda polîsan ku imzaya kontrolî bide, lê qedexeya derketina derve ya Firatê wê bidome.

Jêder: Baroya Amadê, Hin agahîyên vê raportê ji beşa Tirkî ya Dengê Amerîka hatine girtin.