Artêşa Ukrayna îro Sêşemê ragihand ku Rûsya bi şev bi 35 dronan êrîş birine ser navend û rojhilata welêt.
Wê artêşê dîyar kir ku ji 35 dronên Rûsya 27 hatine xistin.
Li gor ragihandina artêşê di êrîşan de 4 muşek jî hatine karanîn.
Karbidestên Ukrayna dîyar dikin hêzên berevanîya esmên li Chernihiv, Kharkiv, Kherson, Kyiv, Mykolaiv, Odesa, Poltava û Sumyê dron pûç kirine.
Walîyê Chernivê Viacheslav Chaus ji Telegramê dîyar kir ku enqazên dronan zarar dane çend malan û 2 kes jî birîndar bûne.
Li herêma Kharkivê jî Walî Oleh Syniehubov ji Telegramê ragihand ku Rûsya zarar daye maleke û kargeheke veguhestinê.
Wezareta Berevanî ya Rûsya da zanîn ku li Kaluga û Brynaskê 2 dronên Ukrayna hatine pûç kirin.
Walîyê Kaluga Vladislav Shapsha ji Telegramê dîyar kir ku dronek hatiye xistin, lê behsa ti xisar û kuştinê nekir.
Jêder: VOA, Reuters