Şandeya Rûs bo Gera Sêyê ya Danûstandinan Derbazî Belarûsê Dibe

Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Duşemê ragihand ku şandeya Rûs bo gera sêyan ya danûstandinên bi Ukrayna re derbazî Belarûsê bû.

Reutersê ew agahî ji zarê Sputnik Belarûsê ragihand.

Şandeyên Rûsya û Ukrayna hefteya borî bo sîvîl ji herêmên şer derkevin ser vekirina korîdorên însanî li hev kiribûn.

Lê raporên herêmî didin zanîn ku ew lihevkirin bi ser neketiye.

Her du alî hevdu bi binpêkirina agirbesta herêmî tawanbar dikin.