Ajansa Reuters ji zarê karbidestên Rûsî ragihand ku Moskowê dest bi hebûneke mayînde li bingehên xwe yên deryayî û esmanî li Sûrîyê kir.
Piştî ku di 18’ê Berfanbarê de rêkeftinek navbera hikûmeta Sûrîyê û Rûsya hate îmza kirin, Rûsya dest bi berfirehkirina bingeha deryayî ya Tartusê kir ku keştîyên ceng yên Rûsî jî lê hene.
Ajansa RIA ya Rûsî ji zarê wezîrê berevanî Sergei Shoigu ragihand ku “Hefteya borî fermandarê gistî Vladimir Putin erê kir ku li bingehên Tartus û Hemeyîm kaên berfirehkirinê destpê bikin.”
Li gor rêkeftina nû, 11 keştîyên ceng û navokî yên Rûsî li Tartusê hebin û ew rêkeftin dê 49 salan di kiryarê de.
Hêjayî bîrxistinê ye ku navenda deryayî li bingeha Tartus, ji serdema Yekîtîya Sovyetê vir ve tê xebitandin û Rûsya tenê ji ser vê bngehê dikare xwe bigehîne avên navnetewî.