Firokên Rûsî Serhildayên Sûrî Dikin Armanc

Firokeke Rûsî li Sûrîyê

Karbidestekî bilind yê Amerîkî got, firokên Rûsya bombe barandin ser hin komên çekdar yên serhilda li başûrê Sûrîyê ku dijî DAIŞê şer dikin.

Karbidestê Amerîkî ku nexwest nave xwe eşkere bike, da zanîn ku di nav grubên ku hatine armanc kirin de, yên ku piştgirîya Amerîka distînin jî hene.

Heman karbidestî got ku ji mêjve ti xebatên firokên Rûsî li al-Tanf ya herêma seranser sînorê Îraq û Urdunê tunebû û ew jî “şikên girîng” li ser nîyeta Rûsan peyda dike.

Amerîka berê jî rexnegira hebûna Rûsan li Sûrîyê bû û tim daxwaza Rûsyan hevrekarkirinê red dikir, bi sedema ku Moskow bo xurtkirina rejîma Beşar Esad dixebite.