Rûsya Dibêje li Cîhê ku Firoka wê Ket, Hemî Serhilda Hatin Kuştin

Leşkerekî artêşa Sûrî li Lazqîya

Rûsya îro Pêncşemê dibêje,hêzên wê di operasyoneke berfireh de li devera ku firoka wî hate xistin, hemî komên serhilda tune kirin.

Karbidestê leşkerî Igor Konashenkov ji medya Rûsî re got ku piştî ku firokevanê Rûsî hate rizgar kirin, firokên Rûsî û hêzên bejeyî yên Sûrî, hember “terorîstan” dest bi operasyoneke berfireh kiriye.

"Hemî terorîstên ku li wê deverê hene û komên din yên nepênî hatin tune kirin," Konashenkov dibêje.

Konsahenkov bi berdewamî dîyar kir ku firokên ceng yên Rûsyayê di nav sê rojên dawî de 134 caran bo êrîşan rabûne û li Heleb, Şam, Îdlib, Lazqîya, Hama, Hums û Derezer, li 449 armacan xistine.