Mamend Roj: Divê Kurdên Rojava Xwe ji Hêzên Atlantîk Dûr Nekin

Raporên mediya Erebî û herêmê dan zanîn ku şandeke îdara xwecihî ya Kurdan li Sûriyê gihaye Moskova jibo danûnsetendinan ligel karbidestên Rûsya.

Şanda Kurdî qesta Rûsya kir piştî ku, serokê Amerîka Donald Trump biryara vekişîna hêzên Amerîkaî ji Sûriyê dayî.

Kenalê Al-Arabiya di malpera xwe ya elektronî de raporek weşand û dibêje, şanda Kurdî li Mosko ye, tê çaverê kirin ku roja Duşemê ligel berpirsên Rûs li ser rewş û çaranivîsa herêma Kurdan danûstendinan encam bidin.

Weke rapor dibêje, Rûsya dixwaze hêzên rejîma Sûrî bihêne herêmên sinorî yên ku niha Hêzên Sûriya Demokrat lê dimînin û şerê çekdarên DAIŞê dikin.

Li ser vê mijarê pişka Kurdî ya dengê Amerîka têkilî bi gelek nûner û kesên nêzîkî Îdara xwecihî ya Kurdan li Sûriyê danî lê amade nebûn li ser şanda ku çûye Mosko biaxivin.

Şirovekarê pirsên stratejî birêz Mamend Roj ji Herêma Kurdistana Îraqê, derbarê bijardeya Kurdên Sûriyê ka niha divê çi bikin, axivî û got" Divê Kurd xwe ji hêzên Atlantîk dûr nexin, jiber ku ne tenê Amerîka li Sûriyê dimîne, Fransa, Brîtanya û hêzên din hene", Mamend Roj hewiha da zanîn ku, hêjî zû ye bêjin hêzên Amerîka hema vekişan, ne zelaliyek di vî warî de heye, gelek berpirsên Amerîkî û hevalbendên Amerîka ji biryara Trump di nerazîne.

Your browser doesn’t support HTML5

Mamend Roj, Şirovekarê Pirsên Stratejîk